image


PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Nurettîn Canîklî der barê dagirkeriya ku Artêşa Tirkiyeyê li Kurdistanê dimeşîne de got: "Armanca me ya niha cuda ye, heta bi temamî teror ji holê rabe em ê li bakurê Iraqê bimînin."

Canîklî li ser rewşa dawîn wiha agahî dan:
"Bi fermana Reîsê me ji bo ku terorê ji wê derê derxin û li wê derê bimînin û baregehan ava bikin me dest bi vê operasyonê kiribû. Hema bêje bi qasî salek berê merhaleyên wê hatibûn plankirin.Tehkîmatên li herêmên baregehê gihîştin astekê, em nika derbasî pêvajoyeke din dibin. Me li vê herêmê hin baregeh ava kirin. Ev cara ewil e tiştekî wiha em dikin. Eger em baregehan çênekin operasyonê wê zehmet be. Ev ji aliyê teknîkî ve tiştekî zor e."

Ji bo çûna Qendîlê û têkoliyên di gel Îranê jî wiha axivî:
"Armanc ne ew e ku operasyoneke berwext were lidarxistin û paşê vegerin. Lewra Qendîl jî tev, di herekata li dijî terorê da Îran dibêje ku ew ê bi eşkeretî piştgiriyê bide û vê jî di her rewşê da tîne ziman. Wezîfe heta temam bibe hêzên Artêşa Tirkiyeyê wê bi hemû xetên xwe li wê derê bin û mayîna xwe bidomînin."

Canîklî destnîşan kir ku operasyona niha ji yên din cihê ye û wiha pê da çû: "Ev operasyona dûmahiyê ji yên din cuda ye. Li wê derê dijî welatê me êrîşên cidî tên kirin. Ji wê derê unsûrên terorê dixwazin derbasî vî aliyî bibin. Ew der herêmekê zehf çiyayî ye. Terorîst li wê herêmê dikarin rehet bên û biçin. Herêmeke wisa çiyayî ye. Terorîst her dem ji bakurê Iraqê êrîş dikin. Em careke din dibînin ku her tişt li holê ye û Birêz Kiliçdaroglu derdikeve û dixwaze vê bêîtibar û bêtesîr bike; ev di heman demê da hewldaneke ji bona terorîstan e. Meriv ji ber vê xemgîn dibe."