image

PeyamaKurd- Li Almanya şîrketên sanayiyê yên ku hene bi sedema sîxuriya înternetê 2/3 yên wan rastî êrîşên sîber hatine û di encama 2 salan de zerara wan li dora 50 mîlyar dolare.

BITCOM di vê mijarê de anketeka ku bi 503 rêvebirên sanayiyê re kir, encama wê ragihand ku di derbarê parastina sanayiyê de, divê tedbîrên baş bên girtin. Serokê BITKOMê Achim Berg ragihand ku di welat de ji 10 şîrketên sanayiyê 7 jê bi sedema sabotaj, diziya berhemî û casûsiyê bi temamî ji holê rabûne.

Êrîşên fîberî yên ku têne ser şîrketan, ji %63 ji xebatkarên wan yên berê tên wan. Lê şîrketên Almanya di vê mijara êrîşan de, di nav endîşeyan de ne.