image

PeyamaKurd - Alîkarê Serokomarê Iraqê Iyad Ellawî xwest ku hilbijartina giştî ya ku duh hat kirin bê betalkirin.

Koalîsyona Wetaniyeyê ya ku serkêşiya wê Ellawî dike daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber bûyerên tundiyê û îdiayên hîleyê bila hilbijartin bên betalkirin, car din bên kirin û heta ku hilbijartin ji nû va bên kirin hikûmet wezîfeya xwe bidomîne.

Der barê îdiayên hîleyê de bal hat kişandin û hat gotin gel zêde eleqeyê nîşanî hilbijartinan nedaye.

Ji bo sîstema elektronîk jî Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind hat sûcdarkirin ku ew li dû armancên tarî ye.

Di koalîsyona ku serkêşiya wê Ellawî dike de 26 partiyên cuda yên Sunnî cih digrin.

Ji bo hilbijartinên giştî yên ku duh li Iraqê hatin kirin îdiayên hîleyê hatibûn kirin û hatibû gotin ku li bakur hîle û bêusulî çêbûne. Rêjeya beşdariyê ya hilbijartinan jî ji sedî 44 hatibû eşkerekirin