image

PeyamaKurd- AKP di derbarê wendabûna ronamevanê Erebistana Si’ûdi Cemal Kaşıkçı de peyamekî da û tê de ragihand ku Kaşıkçı bo ewraqên xwe yên fermî çûye balyozxaneya Erebistanê û car din ji wê derê derneketiye.

Şêwirmendê AKP ê Yasin Aktay got ku: “agahiyên rast si dest me de hene û wê kiryar nediyar nemîne.”

Serokê komela medya Tirk-Ereb Turan Kışlakçı jî got ku ew kuştina Cemal Kaşıkçı tekez kirine.

Aktay di ragihandina xwe ya di Tv ya CNN ê de weha got: “ Bi destgirtiya xwe re niqaşê kirine bê bi hevre herin balyozxanê an na. Hêzên asayîşa me lêpirsînên xwe dewam dikin. Wêneyên dema diçe balyozxanê hene lê yên dema ji balyozxanê dertên tine ne. Divê balyozxane ragihandina xwe bike.”

Serokê komela medya Tirk û Ereb Turan Kışlakçı weha got: “Tekez hat kuştin. Li gor agahiyên gihane me hatiye kuştin. Niqaşa vê yekê tine ye. Bi îhtîmaleka mezin wê îro an sibê hûrahiya bûyerê bê ragihandin. Bila serê medya dinyayê sax be. Rojnamevanekî girîng bû. Dinya hemû wî dinasiya û jê hezdikirin. Di avahiya balyozxanê de hat kuştin.”

Cemal Kaşıkçı roja sêşema borî bo ewraqên xwe yên fermî çû bû balyozxaneya Erebistana Si’îdiyê. Ji wê deqeyê û pê de ti agahî ji rojnamevan Kaşıkçı nehatiye sitendin.

Rojnamevan Cemal Kaşıkçı yek ji muxalifên welatê xwe bû.