image

PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvîna xwe ya di malpera Întîxab (Hilbijartin) de ragihand ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî “referandûma serxwebûna Kurdistanê” hêjî diparêze û dev ji Kurdistaneka serbixwe bernedaye.

Malikî dibêje ku pêdiviya Iraqê bi herêma Kurdistanê heye û divê her dû alî Bexda û Hewlêr nêzî hev bibin.

Barzanî dibêje mafê serxwebûnê mafê rewa yê Kurdistanê ye û encama referandûmê diyar kiriye ku Kurd dixwazin dewleteka wan ya serbixwe hebe.