image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, ew rexne kir.

Rutte li Sofyaya paytextê Bulgaristanê piştî xwarina serokên welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyanî da çapemeniya Hollandayê.

Li gor nûçeyan Mark Rutte wiha got: "Biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana Îranê tiştekî eletewş e. Amerîka di mijarên din de jî guh nade mutefiqên xwe û li gor xwe tiştan dike, ev tevgereke ne baş e."

Rutte got Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de hişyarî daye Amerîkayê û wiha dewam kir: "Serokkomar (Emmanuel) Macron bi israr got divê wisa neke. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî got 'neke' lê wî du roj şûn de dîsa jî got ewê bike."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 8ê gulanê de daxuyandibû ku ew ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vedikişe.