image

Serokwezîrê herêma Flemen yê Belçikayê Geert Bourgeois, nameyek ji bo serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şand. Di namê de Heyder Ebadî ji bo kiryarên wî yên ser Kurdistanê rexne dike.

Kopyayeka nameya Geert Bourgeois ku ji Ebadî re şandiye, hat şandin bo temsîlkara bilind ya karên derve û polîtîka asayişa Neteweyen Hevgirtî, bo Federica Mogherini. Di namê de behsa girtina balafirgehên Kurdistanê û kêmkirina budçeya Kurdistanê dike ku Kurd weke mirovî pê mexdûr bûne.

Di namê de behsa van kiryarên Bexdayê dike û dibêje xelkê herêma Kurdistanê û penaberên ku ji ber şer cî û warên xwe terkkirine ku jimara wan li dora 1 mîlyoniye, bi awayeka neyînî jê bandorê digrin.

Bourgeois her wisa ji Bexdayê re bang dike ku dev ji van kiryarên ku li ser mirovahiyê bandorên xerab dikin, divê dev ji wan berde.