image

PeyamaKurd - Piştî Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî çû Singapurê.

Hat ragihandin, balafira Trump a Air Force One ku piştî Lûtkeya G-7ê ji Kanadayê bi rê ket, ber êvarê li Singapurê li Baregeha Asîmanî Paya Lebarê danî.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un jî ji bo zîrveya ku wê bi Trump ra pêk bîne, danê nîvro gihîştibû Singapurê.

Balafira ku Kim tê da bû, piştî nîvro di bin tevdîrên ewlekariyê yên qewîn da li Balafirgeha Singapurê danîbû. Di çapemeniyê de jî ew wêne hatibûn parvekirin ku tê da Kim û Wezîrê Karên Derve yê Singapurê Vivian Balakrishnan silav dabûn hevdu û destê xwe dabûn hevdu.

Lîderê Koreya Bakur Kim li balafirgehê li lîmuzîneke ku dora wê bi wesayîtên reş va hatibûn pêçan, siwar bûbû û derbasî St. Regis Otêlê bûbû.

Lûtkeya Kim û Trump a di 12ê hezîranê da di rojeva civaka navneteweyî da ye.