image

Piştî ku serokê Amerîkayê Trup bajarê Qudisê weke payîtexta Îsraîlê beyan kir, serokê rêxistina Hamasê Îsmaîl Haniye li dijî Îsraîlê banga serhildanê kir.

Haniye weha got: “Em mecbûrin li hember dijminê xwe yê Îsraîlê serhildane bikin. Li dijî biryara Amerîkayê,ji sibê û bi şûnde em mecbûrin serhildaneka nû bikin.”

Di peyama ku Haniye da de; dibêje mijara Qudisê mijara xelkê Fîlîstînê ye. Di peyama xwe de weha dewam dike:

“Biryara Qudisê biryara qumarekê ye ku dawî dê jê re tine be. Biryar di herêmê de wê bibe destpêka guherînên xeter.”

Li ser mijara Qudisê ji bo îhtîmala xwepêşandanan dewleta Îsraîlê gelek hêzên leşker şand bo Şerîa Rojava. Xwepêşandêr ên Fîlîstîniyan ketin kuçe û kolanan. Wê van çalakiyên han hêj gelek bidomin.