image

PeyamaKurd- 5 sale ku di navbera grûbên Sûdana Başûr de şerê navxweyî heye û bi 10 hezaran kes ji hev kuştine. Niha her dû teref di navbera xwe de peyman îmze kirin û dawiyê li şer anîn.

Her dû serkêş; serokê dewleta Sûdanê Salwa Kir Mayardit û serokê muxalifan Riek Machar li payîtexta Etiyopyayê li Addîs Ababayê hatin cem hev û peyman îmze kirin.

Serokwezîrê Hebeşistanê Abiy Ahmed di merasima îmzakirina peymanê de ragihand ku îmzakirina peymanê tenê bes nîne û ne hewceye di her mijareka ku li serê li hev nekin de, dest bavêjin sîlihê.

Serokê komisyona Sûdana Başûr yê Neteweyên Hevgirtî David Shearer ragihand ku îmza tenê di rêya aştiyê de gavekî ye û tişta herî zor ewe ku bikeve rê û dewam bike.