image

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê eşkere kir ku Rûsya wê di sala 2019an de Sîstema Parastinê ya S-400an teslîmî Tirkiyê bike.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yory Borîskov di konferansa çapemeniyê de di derbarê mijarê de daxuyaniyên girîng dan. Borîskov got ku tevî ku Amerîka gelekî li dijî vê yekê sekinî jî, Tirkiyê ji bo kirîna Sîstema Parastinê ya S-400an israr kir. Amerîkayê pir gef xwarin ku vê bazarê xira bike, lê belê di vê mijarê de bi ser neket.