image

Îro piÅŸtî nîvro dereng li payîtexta Acaristana Rûsyayê, li Soçiyê her sê serokên dewletan civiyan. Serokomarê Tirkiyê Tayip ErdoÄŸan, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Rûsyayê Vladimir Putin di zîrveyê de hatin cem hev. Zîrwe 2 siet dewam kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip ErdoÄŸan di hevdîtinên Soçiyê de got ku divê PKK/PYD li derveyê kongreya Sûriyê bimîne. Li ser vê gotina ErdoÄŸan berdevkê Kremlînê Peskov bersiva ErdoÄŸan da: “Divê tevlîbûn berfireh be.”

Peskov bersiveka polîtîk dide çapemeniyê lê diyare ku di mijara PKK/PYD ê  li hev nekirine. Lê behsa amadekirina destûreka bingehîn bo Sûriyê têkirin ku dibe ew jî di hevdîtinên Cenevre de hatibû rojevê.

Her weha di civînê de Rûhanî behsa “kongra netewî ya Sûriyê ya dîyalogê” dike ku niha bingeha wê tê danîn. Putin jî ragihand ku di vê mijarê de ferman dane wezaretên bergiriyan û yên karê derve û dezgeyên yên her sê welatan da bingehê amade bikin. Eger bingeh temam bibe, dê kongre li Soçiyê çêbibe.

Wisa xuyaye piÅŸtî temamkirina pêvajoya Soçiyê, wê li Cenevre pêvajo dewam bike.