image

PeyamaKurdî- Tevî ku Rûsya di demên dawiyê de, bi welatên rojava re têkiliyên wan yên xweş hene jî, bi sedema ku xwediyê aboriyeka xurte, bo pêşdebirina sîlihên nû û nûjen, lezê daye xebatê.

Li gor çapemeniya Brîtanyayê; Rûsya sîlihekî çêdike ku dikare pê satalayta dijminên xwe bixîne. Sîlih bi xwe, bi lazerê dixebite û Rûsya bo pêşdebirina wê xebatê dike. Li gor çapemeniyê; wê bi vê sîliha lazerkî Rûsya karibe satalaytên an ku peykên Amerîkayê bê bandor bihêle.

Nûçeya ku çavkaniya wê diçe Rûsyayê, sîliha bi navê ‘topa lazerê’ (lazer cannon), li bajarê Savvuskayê ya ser sînorê Kazakistanê, di dezgeyekê de tê bipêşxistin.