image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan li şûna Rûsyayê berê xwe da Amerîka û Ewropa û got: "Ey Rojava hûnê kengê kesên li Xûtaya rojhilat têne qetilkirin bibînin?"

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Sêrtê beşdarî çalakiyekê bû û axiftinek kir. Erdogan di axiftina xwe de rexne li  Amerîka Ewropayê girt û wiha sûcdar kirin: Ey Rojava! Hûnê kengî kesên li Xûtaya rojhilat têne qetilkirin bibînin? Aha binêrin îro dîsa berxikên me şehîd kirin. Hê jî kesên rejima Sûriyê diparêzin hene. Em li vê durûtî û riyakariyê îsyan dikin. Ey Rojava hûn çima behsa van nakin?"

Li Xûtaya Rojhilat Rûsya û Îran şer dikin û Rûsya bi taybet êrişên hewayî dike û Erdogan jî her carê dibêje "Dostê min Pûtîn". Di rewşeke wisa de jî li şûna hêrişkar rexne li Ewropa Û Amerîkayê digire.