image

PeyamaKurd- Bi mezinahiya xwe banka duyemîn ya Rûsyayê VTB Capital plan dike ku hebûna xwe ya bazara dinyayê firehtir bike Cîgirê serokê bankayê Riccardo Orcel di mijarê de weha got:

“ Di wextê pêşiya me de, em dixwazin xebata xwe ya Tirkiyê zêdetir bikin. Lê wê Rûsya bo me bazara bingehîn be.”

Orcel got ku wê di serî de li Çînê û Hindistanê, di bazara navdewletî de sermaya xwe zêde bikin, li Tirkiyê, navendê û Rojhilatê Awrûpayê xwe fireh bikin û piçek jî li Afrîkayê hebûna xwe zêde bikin.

Orcel ragihand ku ew di bazara Tirkiyê de aktîfin û di firotina tehwîlên ewro de, bi muşteriyan re di nava têkiliyan de ne.