image

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Yuri Borisov ragihand, ku Hindistan wê heqê pergalên parastinê yên hewayî S400 ku ji Rûsya kirîbû bi pareyê Rûsî ruble bide.

Di navbera Rûsya û Hindistanê de dema Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn li 5ê Cotmehê serdana Delhîyê kir peymana S400an hatibû îmzakirin. Li gor dowîzê Banka Navendî ya Rûsyayê 331 milyar ruble digire.

Hat ragihandin, ku ji bo herdu welatan di bazirganiya bi pareyê netewî de fêdeya herî xuya di hesabkirineke nû de pêldanên girîng encam nadin.

 

Amerîkayê di çarçoveya zextên li ser Rûsyayê de gef li Hindistanê girtibû ku S400an bikire dê mueyîdeyan li ser wê jî bisepîne.