image

PeyamaKurd- Ajansa Rûsyayê ya bi navê RİA Novosti ragihand ku Rûsya wê ji Rêxistina Welatên ku Petrolê Difroşin, ji (OPEC) ê daxwaz bike bila miqdarê hilberîna petrolê zêde bikin.

Li gor peymana OPECê, her welatekî xwediyê miqdareka petrolê ye ku dikare rojane hilberîne. Ev miqdar ji aliyê Rûsya de kêm tê qebûlkirin ku vê daxwazê dê bike. Niha Rûsya dixebite ku bê çawa karibe vê daxwazê bibe civîna 23 ê hezîranê ya OPECê ku wê li Viyanayê çêbibe.

Çavkaniyeka Rûsyayê ku nexwestiye navê xwe bide, dibêje mêzêna bazara petrolê di dinyayê de baş dimeşe lê di noqteyekê de daxwazeka dinê tîne ziman:

“ Eger li welatên weka Venezuella û Îranê hilberîn weha dewam bike û kêm bibe, dibe ku bazara dinyayê zêde germ bibe. Em ê di civîna Viyanayê de teklîfa zêdekirina hilberîna petrolê bikin.”

Rûsya, di civîna OPECê ya di cotmeha sala 2016an de, peyman girêdabû ku wê rojane 300 hezar bermîl (varêl) hilberîna petrola xwe kêm bike. Di wê tarîxê de Rûsya her roj hilberîna xwe 300 hezar varêl kêm kiribû. Rojane miqdarê hilberîna petrolê li Rûsyayê 11.24 mîlyon varêl bû.