image

Berdevka wezareta karê derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku dê Rûsya dev ji lidarxistina kongre ya diyalogê ya Sûriyê bernade.

Zaharova, di civîna çapemeniyê ya heftane de şirove li ser gotina cîgirê wezîrê karê derve yê Amerîkayê David Satterfield kir ku gotibû konferansa Soçiyê fêde nade pêvajoya hevdîtinên Cenevrê.

Zaharova weha got: " Hevkarên me aşkera dibêjin rola Rûsya ya di pêvajoya çareseriyê de li hesabê wan nayê. Amerîka heznake ku li Sûriyê diyaloga berfireh û bingehîn bê danîn. Hun xeyalan dibînin. Hun çi jî bikin, dê ve kongre çêbibe. Li Sûriyê meyla aramiyê çêbûye û şert û mercên çareseriyê hene.”

Zaharova got ku tesbîta kesên ku dê werin kongreya Soçiyê dewam dike. Li ser aşkerekirina navan ragihand ku hêj gelek zûye.