image

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Moskova piştgiriya tevlîbûna Kurda bo pêvajoya aştiyê dike.

Lavrov got Tirkiye li Sûriyê bi heman çavî li grûbên Kurd dinêre û ev nêrîneka gelek tenge û weha dewam kir: “Em niha encamên wê nêrîna teng dibînin.”

Lavrov car din behsa tevlîbûna Kurda bo çareseriya Sûriyê kir û got rastiya ku “Kurd perçeyeke ji cıvata Sûriyê ne” naguhire. Lavrov balê kişand ser Amerîka û got ew dixwazin li Sûriyê bo demeke dirêj an jî daîmî bimînin.

Lavrov weha dewam kir: “Amerîka heya pêvajoyeka ku herkes qebûl bike ku aramî li Sûriyê çêbûye, wê li Sûriye bimîne. Ev tê vateya guhertina rejîmê. Pêngavên ku Amerîka davêje, ji rojhilatê Firatê bigre heya sînorê Iraqê, dixwaze tiştek weke dewletê ava bike.”

Lavrov behsa kiryarên Amerîka yên li bakûrê Sûriyê jî kir û got: “Tevî îtîraza Tirkiyê, Amerîka hêzên sînorî re, bi HSD re alîkariya malî ya mezin kir. Em zanin Tirkiye çawa li grûbên Kurd yên cuda dinêre. Dibe mirov bi çavekî cuda lê binêre lê rastiya meselê nayê înkarkirin. Em encama vê nêrîna teng di Efrînê de dibînin bê çi encam daye.”