image

PeyamaKurd – Serokê Komisyona Karên Derve li Parlamentoya Rûsyayê Kostantin Kosaçev ragihand, ku sedema sepandina mueyîdeyên Amerîkayê bo Kirimê li ser Rûsyayê, di warê siyasî de dê bi heman şêweyê bersiv bibîne. Derbarê tevdîrên aborî de ji bo ku zirar negihêje berjewendiyên me em ê bijartî tevbigerin.

Nûnerê taybet li Ukrayna yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Kurt Volker bi daxuyaniyekê  ragihand, ku Amerîkayê li ser 3 hemwelatî û 9 şirketên  Rûsî bo rewşa Kirim û Donbassê mueyîde sepandine.

Li ser vê daxuyaniyê, Senatorê Rûsî Kostantin Kosaçev nirxandinek kir: Dê bersiv bê dayîn. Di warê siyasî de dê bersiv bi heman şêweyê be, Derbarê tevdîrên aborî de ji bo ku zirar negihêje berjewendiyên me em ê bijartî tevbigerin.