image

PeyamaKurd - Tirk dixwazin êrîşa ser Îdlibê bisekine lê Rûs û Îranê guh nadinê û bênavber operasyonan didomînin.

Li Îdlib û Hemaya bajarên Sûriyeyê êrîşên esmanî yên rejima Beşşar Esed û Rûsyayê dewam dikin. Di êrîşan da zarokek hat kuştin.

Li gor agahiyan balafirên şer ên Rûsya û rejima Esed û firokeyên rejimê ji serê sibê pê li başûrê Îdlibê êrîşî bajaroka Habîtê, gundên Tel Aas û Abidînê û li navçeya Latamneya ku dikeve bakurê Hemayê êrîşî cih û warên sivîlan û mixalifên eskerî dikin.

Firokeyên rejima Esed li Latamneya bakurê Hemayê êrîşî nexweşxaneyekê kirin.

Di êrîşa ku bi bombeyên warêlê hat kirin da nexweşxaneyê xisar dît û êdî xizmetê nade. Hat ragihandin li nexweşxaneyê kesek nemir an jî birîndar nebû.

Midûrê Parastina Sivîl Mistefa Hac Ûsiv got, "Ji serê sibê pê va êrîşên esmanî tên kirin. Li Habîta bajaroka Îdlibê zarokek hat kuştin, herî kêm 5 sivîl jî birîndar bûn."

Rayedarên çavdêriya balafiran a mixalifan jî der barê êrîşan da li ser medyaya civakî daxuyanî dan û wiha gotin: "balafirên şer ên Rûsyayê yên ku ji baregeha eskerî ya Himeymîmê rabûn û firokeyên rejima Esed ên ji Hemayê rabûn êrîşî sivîl û mixalifên li başûrê Hema û Îdlibê kirin."

- Di 9 rojên dawîn da 29 sivîl mirin

Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîl ji serê vê mehê vir va di êrîşên rojava û başûrê rojavayê Îdlibê, êrîşên bakurê Hemayê da 29 sivîl mirin, herî kêm 58 kes birîndar bûn.

Îdliba di destê komên biçek ên dijî rejimê û muxalifên eskerî da ye di 4-5ê Gulana 2017an da di civîna Astanayê da wekî "herêma rageşî divê bê kêmkirin" hatibû îlankirin. Lê rejim û hin caran jî Rûsya êrîşên esmanî dibin li ser herêmê.