image

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê ku navenda wê Londra ye ragihand ku ji sala 2011an heya niha li Sûriyê ji 500 hezarî zêdetir kes mirine.

Rêxistin bi xêra çavkaniyên xwe yên Sûriye karibiye jimara miriyan tesbît bike. Ji 511 hezar miriyan karibiye nasnameya 350 hezar kesî tesbît bike. Rêxistin jimara mayî, mirina wan û rêje ya wan îspat kiriye lê nasnameya wan diyar nîne.

Li Sûriyê şer û pevçûn bi girseyiya xelkê di 15ê adara 2011an de destpêkiribû. Piştî tevlîbûna hêzên kureyî jî şer germ bû û bi milyona kes ji cî û warên xwe bûn. Nufûsa welat daket nîvê berya şer.

Rêxistina Çavdêriyê ragihand ku miriyên çêbûne, ji %85 ê wan ji aliyê hukumeta Sûriyê û hevkarên wê ve hatine kuştin û xelkê sîvîlin. Artêşa Sûriyê piştî sala 2015an ji aliyê Rûsya de hatiye destekkirin û bi awayeka berfireh êrîşên hewayî kirine.

Şer ket 8 saliya xwe û li Efrînê û Xûta Rojhilat şer û pevçûn dewam dike.