image

PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê rêkeftina Îdlibê ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ragihand ku, ew rêkeftin demkî ye.

Di çarçoveya civîna wî li gel komîteya navendî ya partiya Beas Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku, serkeftina Sûriyan li Îdlibê pilana welatên Rojava têkbir.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di gotara xwe de derbarê rêkeftina Îdlibê jî got ku, ew rêkeftina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de demkî ye û pêwîste serweriya Sûriyê li ser hemû navçeyên wî welatî vegere.

Esed tekez kir ku, her serkeftinekê em bidestdixin dijminên me zêdetir hewlên bo şikestina me didin.