image


PeyamaKurd – Hat îdîakirin ku Eskerên Fransî yên ku li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê didin YPG, li bajarê Qamişloyê di xala kontrola rejima Beşşar Esed de ketin ber lêpirsînê.

 Li gor îdîaya medyaya Tirkiyê komeke eskerên Fransî xwest ji Qamişloya Hesekê  derbasî Dêrazorê bibin.

Lê  konvoya ku ji 20 wesayitên eskerî pêk dihat û teqrîben 70 eskerên Fransî tê de bûn, dema ku ji YPGê veqetiyan bi xeletî ketin xala kontrola rejima Esed li Qamişloyê.

Eskerên Fransî fêm kirin ku yên li xala kontrolê ne YPGyî ne û artêşa rejimê ew kişandin ber hesab. Ji wan hat pirsîn ka li herêmê çi dikin, diçin ku û barê wan çi ye. 

Piştî ku YPGyî gihîştin xala kontrolê û diyar kirin ku ew bi eskerên Fransî re dixebitin, konvoy vegeriya Qamişloyê.