image

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di axaftineka xwe ya konferansî de behsa mijara Sûriyê û tewrê Amerîkayê kir. Di mijara Riza Sarraf de got ku Amerîka dixwaze li hemberê hukumraniya Tirkiyê tişteke neyînî bike.

Erdoğan her weha sîlihên deste YPGê kir û weha got: “Wê Amerîka wan sîlihan li hemberê kî bikarbîne? Ji xwe Sûriye di koalisyonê de ye. Li hemberê wan bikarnayne. Iraq di destê Amerîka de ye. Li hemberê Iraqê bikarnayne. Wê li hemberê Tirkiyê an Îranê wan bikarbîne an eger jê ne zêde be li hemberê Rûsyayê bikarbîne.”

Di mijara konsulxaneya Amerîkayê de ku wê neqlî bajarê Orşelîmê bikin de Erdoğan ragihand ku ew xeta sor ya misilmana ye. Ti carî nayê qebûlkirin.