image

Amerîka ragihand û got; eger Îran mafên hemwelatiyên xwe yên bingehîn di bin zorê de bihêle, dê Amerîka bêdeng nemine. Amerîka bang li Îranê kir ku girtiyên siyasî serbest berdin.

Li gor ragihandina Qesra Sipî bi nivîskî; di mijara girtiyên li Îranê yên di dema xwepêşandanan de, endişe ya Amerîka heye. Qesra Sipî ragihand ku agahiyên di derbarê girtiyên siyasî de tên gotin, weke “hatine îşkencekirin” û hinek ji wan “hatine kuştin”, mirov aciz dikin.

Amerîka got eger dîktatoriya Îranê  mafên bingehîn bixin bin zorê, wê bêdeng nemînin û doza berdana siyasiyan kir.