image

PeyamaKurd- Rêvebirê PYDê Fethi Muhammed ragihand ku êrîşa Amerîkayê ya li ser Sûriyê, wê pirsa Sûriyê kûrtir bike.

Rêvebirê PYDê Fethi Muhammed di derbarê êrîşa Amerîkayê ya li ser Sûriyê de daxuyaniyek da û got ku êrîşa Amerîkayê ya li ser Sûriyê, wê pirsa Sûriyê kûrtir bike. Jixwe ev êrîş; ne ji bo çekên kîmyewî çêbû, ne ji bo mirovahî û heq û huqûqê jî çêbû. Tenê ji bo Rûsyayê mesajek bû ku dibêjin li Rojhilata Navîn em jî hene.

Fethi Muhammed wiha berdewam kir: Berî êrîşê bi çend rojan xeber dane Rûsyayê. Yanî armanca êrîşê ne daxistina Esed bû. Tenê ji bo ku mesajekê bidin, êrîş çêbû. Ev ne êrîşeke jidil bû.

Rêvebirê Partiya Pêşverû Mustefa Hanîfî jî di derbarê êrîşê de got ku em êrîşa Amerîka, Brîntanya û Fransayê li ser Sûriyê qebûl nakin. Em vê êrîşê şermezar dikin.