image

PeyamaKurd - Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, bi Serokê Komara Îranê Hesen Rûhanî re der barê operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê li ser Sûriyê de kiribûn axivîn.

Ji Kremlînê daxuyaniyek bi nivîskî hate belavkirin û têde diyar dike, ku Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, bi Serokê Komara Îranê Hesen Rûhanî re peymendiyek bi telefonê pêkaniye.  

Ligor daxuyaniyê peywendiya herdû Serokan der heqê êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ku li ser Sûriyê pêkhatibû de guftûgo bûye. 

Li ser vê yekê guncan mane ku ev operasyon “çalakiyeke derqanûnî ye” herwiha tekez li ser hate kirin ku ev çalakî hêviya çareseriyek siyasî li Sûriyê têk biriye.

Pûtîn bal dikişîne ser, ku tuzuka Neteweyên Yekbûyî hatiye binpêkirin û ger wiha bidome di elaqatên navdewletî de wê alozî bê holê.