image

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku keştiyên şer ên Rûsyayê ku fuzeyên Kalîbr jî di wan de hene wê li Behra Spî her daîm nobedê bigirin.

Pûtîn li Soçiyê bi rayedarên Wezareta Berevaniya Rûsyayê re hevdîtin kir û got tatbîqatên behrê yên mesafeya wan dirêj e divê dewam bikin.

Pûtîn got îsal bi giştî 102 seferên keştî û binbehran tê plankirin û wiha axivî: "Ji ber ku li Sûriyeyê rîska êrîşê ya terorîstên navneteweyî dewam dike keştiyên şer ên Rûsyayê yên ku fuzeyên Kalîbr di wan hene wê li Behra Spî her tim nobedê bigirin."

Fuzeyên Kalîbr yên ku Rûsya çêdike û dikarin heta 2 hezar û 500 kîlometro herin, cara ewil di cotmeha 2015an de li Sûriyeyê hatibûn bikaranîn.