image

Al Welîd bin Talal Prensê binçavkirî yê Erebîstana Siûdî ku ji bo serbestberdana wî 6 milyar dolar perê kefaletê jê hat xwestin lê prensî, vê pereyî neda.

Li gorî agahiyan Prens Al Welîd bin Talal ku di operasyona hikûmeta Erabîstana Siûdî de ji ber bertiliyê hatibû desteserkirin, ji bo ku serbest bê berdan ji aliyê hikûmetê ve 6 milyar dolar jê hat xwestin. Lê wî dayîna kefaletê red kiriye.

Bin Talal xwediyê Kingdom Holdîngê ye û di nav karsazên sereke yên Erabîstana Siûdî tê naskirin. Kovara Forbesê ji bo serveta karsazî ragihand ku serwetê wî dora 18 milyar dolaran de ye.