image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ku Rêberê olî yê Îranê Elî Xemaneyî ji ber kirîna neftê, li hember girtina bi hezaran misilmana ji aliyê Çînê ve bê deng e.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û wiha got: "Rêberê olî yê Îranê Elî Xemaneyî xwe bi rêberê misilmanên cîhanê dide naskirin, lê li hember girtin û îşkenceya bi hezaran misilman li Çînê, ku welatê herî zêde nefta Îranê dikire, bê deng dimîne."

Herwiha Pompeo tekez kir ku, Îran ji ber berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe ji girtina misilmanan digre û ti helwestê nastîne.