image

PeyamaKurd- Planên Neteweyên Hevgirtî yên bo hevdîtinên aştiyê yê Yemenê ku dixwestin di vê mehê de bihatina kirin, hatin bi paşdexistin. Cîgirê berdevkê sekreterê Neteweyên Hevgirtî, temsîlkarê Yemenê yê taybet Ferhan Hak, di civîna çapemeniyê de ragihand ku heya dawiya vê mehê, wê hevdîtin bihatina kirin lê plan bi paşde hatin xistin.

Hak ragihand ku bo hevdîtin serkeftî derbas bibin, NH hewl dide ku di hinek mijaran de biserbikeve û Griffiths dixwaze heya dawiya sala îsalê, terefan li dora masa hevdîtinan bicivîne.