image

PeyamaKurd - Parlamentarê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder piştî ku pêr cezayê 3 sal 6 mehan ê girtîgehê digel cezayê Selahattîn Demirtaş li ser wî hat sepandin, xwe teslîmî girtîgeha Kandira ya Enqereyê kir.

Onder îro 6ê Kanûnê xwe radestî rêveberiya girtîgeha Kandirayê kir daku cezayê li ser hatiye sepandin raze.

Onder dema çû girtîgehê ji rojnamevanan re daxuyakirin, “Me çi gotibe, em li ser gotinên xwe ne. Silav ji hemû dostan re. Dê aştî û demokrasî bi ser keve.”

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Herêmî ya Stenbolê ji bo Demirtaş bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) neyê tehliyekirin, cezayê 4 sal û 8 mehan ê beriya niha bo wî hatibû dayîn, digel cezayê 3 sal 6 mehan ê Sirri Sureyya Onder erê kiribû.

Demirtaş û Onder ji heman doza axaftineke Newroza 2013an a li Stenbolê dihatin darizandin û cezayê herduyan bi hev re hat erêkirin.