image

PeyamaKurd - Gogbazê tîma Real Madrîdê û roniya çavê Tîma Neteweyî ya Portekîzê Cristiano Ronaldo bi navbeynkariya medyaya civakî dîmenekî ku naveroka wê ji bo piştgiriya zarokên Sûriyeyî hatiye amadekirin parve kir.

Ronaldoyê piştgirê saziya civakî ya sivîl a bi navê "Save the Children"ê ye ji bo balê bikişîne tundiya ser zarokên Sûriyeyî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama "Xurt be, Bi bawer be, Dev jê bernede" parve kir.

Gogbazê Portekîzî di meha sibatê da dîmenên êrîşên li ser sivîlên Xûtaya Rojhilat dihatin kirin, parve kiribû.

Ronaldo berê jî bi organîzasyona "Save the Children"ê va piştgirî dabû zarokên ji Sûriyeyê û alîkariya xwarin, xurek û dermanan ji bo malbatên Sûriyeyî bexişandibû.