image

Herkes bi pirsgirêkên xwe re serî dernayê û li parlementoyan ji zahfbûna pirsgirêkan dor nayê ser mijaran û dikevin ser hev. Lê ecêba mezin ew e ku Îswîçre mijar nabîne da parlemento li serê bicive.

Li gor nûçeya di Ewronewsê de derketiye; Meclisa Eyaletan ku di ser Meclisa Federal de ye, ji ber nebûna mijaran deriyê xwe venekir. Hem bi nevekirina meclisê fêdeya dewletê heye ji ber bo her civînê parlementer 735 frankê Îswîçreyê distîne.

Di Meclisê de 46 parlementer hene û her cara ku babeta li serê biaxifin tine be, û meclis necive, bo dewletê fêdeyeka mezine.