image

PeyamaKurd- Hûsiyên Yemenê ku bi piştgiriya Îranê tevdigerin, êrîş birin ser otobusekî ku zarokan hildigirt, 39 kesan kuştin û 51 kesî birîndar kirin. Bûyer li bajarê Sadayê çêbû.

Li gor nûçeya televîzyona Hûsiyan “El Mesîra” li bajarê Sadayê, li navçeya Dahyanê Hûsî otobusê kirin hedefa xwe. Bi sedema ku otobus di nava bazarê de bûye hedefa Hûsiyan, dibe ku jimara kuştiyan zêdetir bibe.