image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand, ku pêwist e Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi Amerîka, Ewropa û NATOyê re têkiliyên kûrtir deyne.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo beşdarî bernameya Tony Katz Today ya radyoyê bû û li ser pirseke, ku bo pêşerojê cihê Tirkiyê di NATOyê de bi rîsk e yan na? Pompeo ev pirs wiha bersivand: “ Hêvî dikim ku ne di rîskê de be, ev yek bo NATO û Amerîka dê xemnak be û ez wûsa zen dikim ku ev yek bo xelkê Tirkiyê dê xemnaktir be.

Di rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump de pêwendiyên bi Tirkiyê re di neqebeke asê re derbas dibe, lê di hin warên ku me serkeftinên rasteqîn bidestxisine jî henin. Bal kişand  ser xebatên hevparî bi Tirkiyê re li Sûriyeyê tê kirin.

Pompeo herwiha destnîşan kir, ku ew hêvî dike ji aliyê Tirkiye û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bê fêmkirin ku Amerîka hevkarekî ji Îranê pir baştir e. Divê Erdogan bi Amerîka, Ewropa û NATOyê re pêwendiyên kûrtir deyne.