image

PeyamaKurd – Bi minasebeta salvegera hepsîkirina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş, komeke parlamenterên HDPê li Girtîgeha Edirneyê serdana wî kirin û xwestin daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Lê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin û darpkirin.

Teşkîlata HDPê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê daxuyaniyek da û ragihand, ku komeke Parlamenterên HDPê, Parlamentera Stenbolê Zuleyha Gulum, Parlamenterê Mêrdînê Tuma Çelik, Parlamenterê Stenbolê Zeynel Ozen û Erkan Başê Parlamenterê TİPê piştî serdana girtiyên li Girtîgeha Edirneyê ku Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş û Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan bûn kir, xwestin daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin û darpkirin.

 Polîsan sedema astengkirinê biryara parêzgeriyê nîşan dane.