image

PeyamaKurd- Berdevkê parêzvanên Şorişa Îranê Remezan Şerîf got ku li dijî Îranê, di ser medayayê de, şereke derûnî hatiye destpêkirin û ev şer ji aliyê BBC yê de ku arşîva 350 salî di destê xwe de digre, tê îdarekirin.

Şerîf ragihandina xwe di “roja rojnamevanan” de ya ku li bajarê Eredebîlê hat kirin de kir û got ku di ser medyayê de, li dijî Îranê şerê psîkolojîk dane destpêkirin. Kesên ku vî şerî dikin gelek xurtin û derfetên wan zêde ne. Şerîf got ku dixwazin di nava civaka wan de ferqiyetan pêkbînin û weha dewam kir:

“ Em îro dibînin ku BBC fermandarê şerê medya ya li dijî Îranêye. Erka BBC yê ew e ku di derbarê bûyerên Îranê yên 350 salan de, arşîva rojanekirî di destê xwe de digre. BBC xwediyê wê qewetê ye ku dikare Îranê tevlihev bike û wezîfa weka yên BBC yê ew e ku baweriya di navbera rejîm û xelkê ji ortê rake.”

Berê jî di sala 2011an de, di Wezareta Îstîxbaratê de kesên ku dixebitîn bi tohmeta ku agahiyên dewletê didin BBC yê, hinek kes hatibûn girtin.