image

Gelek caran Tirk ji bo Kurdan dibêjin: „Kurdê herî baş Kurdê mirî ye“.

Ango, ji bo Tirkan Kurdên baş tunene, ji bo wan Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye.

Lê vê carê kevnewezîrê derve yê Yûnanîsyanî Theodoros Pangalos ji Tirkan re heman gotin got.

Kevnewezîrê derve yê Yûnanîstanê Theodoros Pangalos, ji Radyo Skaî re axivî. Di van rojên ku dîsa qeyran û qrîza Girava Kardakê di navbera herdu welatan de dest pê kiriye, gotinên Theodoros Pangalos Tirk enirandin.

Pangalos, ji Radyo Skaî re axivî û got: “Yûnanîstan bi Tirkîyê re pirsgirêkek mezin dijî. Em çiqasî li hember Tirkan nêtek pakij nîşan bibin jî, dijmin bê rehm û merhamet e û divê em zorê bibin“.

Pangalos, di axavtina xwe de êrîşî Tirkan kir û dîsa got: “Tirkê herî baş, Tirkê mirî ye. Ji ber ez tucarî rastî Tirkekî baş nehatime. Ew ji hesta edalet û dadwerîyê bêpar in“.

Z.B