image

Elî el-Zatarî Kordînatorê Alîkariyên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî rewşa Sûriyê nirxand û got:” Em bi van şer û pevçûnan şahidiya tundiya herî dijwar dikin.”

Zatarî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bangawaziya agirbesta mirovî ya bo sûriyeyê û da zanîn li gel ku bi sedan sivîl li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û sedhezaran kes jî ji cihû warên xwe wêran bûne lê heya niha ji bo agirbestê gaveke erênî ji tu aliyan nehatiye avêtin.

Zatarî li ser rewşa Sûriyeyê wiha got:”Bi van şer û pevçûnan em şahidên tundiya herî dijwar û xedar ên salên dawî ne.”

Hêjayî gotinê ye Bernirdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric jî di civîna rojane ya rojnamevanî de anî ziman ku zêdebûna rageşiya li Sûriyê cihê alarmê ye ku divê hemû alî bala xwe bidinê. Dujarric bangî dawîlêanîna şer kir xwest hemû alî li gorî hiqûqa navnetewî û qerarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî tevbigerin.