image

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî bo hevdîtinên Cenevrê beyan da: Îran, Tirkiyê û Rûsya wê li ser mijara Komîta Makezagona Sûriyê biaxifin.

Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê Sûriyê Staffan de Mistura ragihand ku wê hefteya pêşiya me, ji Îran, Tirkiyê û Rûsyayê berpirs herin Cenvere û li ser Komîta Makezagona Sûriyê biaxifin.

Civîn wê di 18-19ê hezîranê de be û ji her sê dewletan rêvebirên di asta bilind de herin Cenevreyê. Mistura got wê dewletên din bê dawetkirin da li ser mijarên pêwendîdar pêwendiyan bikin û di mijaran de niqaşan bikin.

Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî ji bijartina endamên komîta makezagona Sûriyê berpirse da ji nû de makezagona Sûriyê binvîsin. Tê plankirin ku makezagona nû berya ku hilbijartin bên kirin, bi awayeka tekûz û rêk û pêk bê nivîsandin.