image

PeyamaKurd- Koordînatorê alîkariya mirovî yê Sûriyê yê Neteweyên Hevgirtî Panos Moumtzis ragihand ku ew bo her pêşdeçûnên li Îdlîbê amadekariyên xwe kirine û ciyên (koordînatên) 235 herêmên sîvîl bi Amerîka û Rûsya re parvekirine, heta dane rejîmê jî.

Sedema parvekirina koordînatan ew e ku ciyên sîvîl ji operasyonan zerarê nebînin.

Panos Moumtzis di ofîsa xwe ya li Cenewreyê civîna çapemeniyê kir û ragihand ku ew bi temamî niha bala wan li ser mijara operasyona Îdlîbêye. Berpirsê NH Moumtzis, di behsa koordîtan de got ku ciyên dezgeyên tenduristiyê, ciyên ku sîvîl lê dijîn, dibistan, nexweşxane, depoyên xidayan û dezgeyên bingehînin.

Moumtzis di dewama axaftina xwe de got ku ji Îdlîbê heya niha di navbera 1-12 ê êlûnê de 38 hezar û 300 sîvîl ji cîh û warên xwe bûne.