image

Wezîrên bergiriyê yên NATOyê di mijara ew DEAŞiyên ku li Sûriyê hatine girtin, dê ji aliyê kê de û li ku derê bên mehkemekirin, li serê li hev nekirin.

Amerîka dixwaze DEAŞ iyên biyanî li welatê wan bên mehkemekirin. Fransa dixwaze ji aliyê HDSê ve bên mehkemekirin. Wezîrê bergiriyê yê Amerîka dixwaze DEAŞî bo welatên wan bên şandin.

Wezîrên Awrûpa jî bi sedema endîşeya terorê naxwazin DEAŞî li Awrûpayê bên mehkemekirin.

Wezîrê Fransayê yê karê derve Yves Le Drian got; " Dibe ku Fransizbin lê ew dijminên me ne. Li ku derê şer kirine, divê li wê derê bên mehkemekirin.”

Di encamê de endamên NATO yê, li ser ciyê ku DEAŞî bên dadgehkirin negihan ti encamê.