image

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Chuck Schumerê ku piştgirî dabû Referandûma Serxwebûnê ya Kurdistanê, di hilbijartinên roja berê (6ê Mijdarê) de careke din ji Partiya Demokratan biser ket û bo Senatoyê hat hilbijartin. Herwiha bû namzedê serokatiya Senatoyê.   

Li Amerîkayê di hilbijartinên navîndewreyî de endamên Kongre û senatoyê hatin hilbijartin. Li gor encamên ne fermî Partiya Demokratan ji 435 kursiyan 225 kursî bidestanîn û piraniya Kongreyê bidest xistin. Tê pêşbînî kirin ku ji ber piraniya endamên Kongreyê di destê Demokratan de ye dê serokatiya Kongreyê jî bidest bixin.  

Li gor gelek çavdêrên siyasî namzediya Senatorê Partiya Demokratan Chuck Schumer misoger tê dîtin.

Schumer ji aliyê gelê Kurd ve tê naskirin. Dema biryara referandûma serxwebûnê hat stendin, Schumer tekez kiribû ku divê rêz li biryara gelê Kurdistanê bê girtin û demildest Kurdistan bibe dewleteke serbixwe.