image

Serokê Meclisa parêzgehê ya Mûsilê Beşîr Kîkî ragihand ku 10 roj wext dane PKKê da ji Sincarê derên.

Serokê Meclisê Beşîr Kîkî got ku di civîna hevpar ya Meclisa Parêzgeha Mûsilê û Hukumeta navendî ya Bexdayê de biryar hatiye dayîn da PKK navçeya Sincarê terk bike. Li navçeya Sincarê avahiyên dewletê di destê PKKê de ne.

Kîkî anî ziman ku nabe PKK li Sincarê hebe û baregehên xwe li wê deyne. Kîkî weha got:  " Fikra meclisa bajêr xayet zelal û safiye. Divê PKK ji navçeyê derê. Ji bo wê em kar dikin û hewl didin xwe.”

Kîkî dibêje ji ber hebûna PKKê li navçeyê rêvebiriya Sincarê nikare wezîfa xwe bike û di nava 10 rojan de ew bende ne ku rêvebir dagerin devera xwe.