image

PeyamaKurd- Meclîsa Sûriyê a Demokratîk (MSD) ragihand ku ew, şertên Tirkiyê yên di derbarê Minbicê de qebûl nakin û Amerîka jî ji herêmê dernakeve.

Di derbarê mijarê de Nûnera Meclîsa Sûriyê a Demokratîk a li Washingtonê Sînem Muhemmed ji televîzyoneke Erebî re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Sînem Muhemmed got ku Amerîka ji Sûriyê dernakeve. Amerîkayê ji ber vê yekê jî personel û leşkerên xwe yên pispor yên li Rojhilatê Firatê zêde kirin.

Muhemmed wiha dewam kir: “Amerîka jî ji tehdîdên Tirkiyê yên li dijî Minbicê aciz e. Ji ber vê yekê jî destûrê nadin ku Tirkiye bi tena serê xwe têkeve nava Minbicê de. Ji ber vê jî bi Enqerê re dest bi dewriyê kirin.”