image

PeyamaKurd- Her dû dewlet Misir û Fransa di Behra Sor de,bi hevre tetbîqata hevpar kirin. Artêşa Misrê peyameka nivîskî belav kir û tê de ragihand hêzên deryayî yên her dû dewletan, bi tevlîbûna keştiya Fransiz, li Behra Sor tetbîqatê kirine.

Di ragihandinê de, di çarçoveya tetbîqatê de, bo temîna ewlekariya behrê, bo şiyanên mudaxeleya bi terorê re di behre de, bo parastina keştiyên barhilgir yên stratejîk û bo teftêşa keştiyên bi şubhe ev tetbîqat hat kirin.

Balkêşe di salên dawiyê de, di dema desthilatiya Abdulfettah es-Sîsî de bi zêdahî tetbîqatên behrê tên kirin.