image

PeyamaKurd - Rojnameyeke Kuwêtî di nûçeya xwe da ragehand ku, Mîrê Kuwêtê Mîr Sebah el-Ehmed Cabir El Sebah pêşwaziya keça Kurd a êzdî ya xwediya xelata Nobelê Nadiya Mûrad kir.

Rojname yê ragehand, Mîrê Kuwêtê pêşwaziya keça kurd a êzdî Nadya Mûrad kir, di hevdîtinê de Mîrê Kuwêtê besnê hewlên Nadiya Mûrad û ronîkirina tawanên DAIŞê li dijî mirovatiyê kiri û ragihand, ewa ku bi ser Nadya de hatî ne asan bû û êş û azareke mezin bû.

Herwiha Mîrê Kuwêtê daxwaz ji Mûrad kir ku, li paşerojê binêre û wan hemû êş û azarên ku de dîtî jibîr bike.