image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu ji bo hinek pêwendiyan, çû paytextê Iraqê Bexdayê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu li Bexdayê li balafirgehê ji aliyê wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hazîm Yusuf ve hate pêşwazîkirin. Qasidê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz jî li balafirgehê beşdarî pêşwazîkirinê bû.

 Çavuşoglu li Iraqê bi Serokomarê Iraqê Behrem Salih, wezîfedarê avakirina hukûmetê Adil Abdulmehdî, Serokwezîr Haydar Îbadî, serokê Parlamentoyê Muhemmed Halbûsî, Serokê koma Hîkmeta Netewî Ammar Hekîm, Serokê Rêxistina Bedrê Hadî el Amîrî, erkdarên Iraqî û nûnerên civaka Tirkan re wê hinek hevdîtinan pêk bîne.

Dihate hêvîkirin ku Çavuşoglu wê Herêma Kurdistanê jî ziyaret bike, lê vê paşiyê hate îddakirin ku ziyareta Kurdistanê hatiye betalkirin.